Zana bû namzeta Nobelê
Posted: Sun Jan 25, 2009 3:00 pm
CHAK’ê Parlamentera DEP’ê ya berê Leyla Zana ji bo Xeleta Aştiyê ya Nobelê pêşniyar kir. Leyla Zanaya ku ji ber sonda bi kurdî deh salan girtîgehê de mabû, di sala 1995’an de Xelata Sakharov a Azadiya Ramanê girtibû.
Parlamentera DEP’ê ya berê Leyla Zana ku yekemîn jina kurd a ji bo parlemena Tirk hate hilbijartin ji aliyê Navenda Mexdûrên Tevkujiya Helepçe (CHAK) Komîteya Norweçê ve ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2009’an mîna namzet hate nîşandan. Berdevkê CHAK’ê yê Hollandayê Ali Mahmud û berpirsê Komîteya CHAK’ê ya Norweçê Refîq Xefûr ji ANF’ê re agihandin ku cara duemîn Leyla Zana mîna namzeta Xelata Nobelê ya Aştiyê hatiye nîşandan. Zana di sala 2005’an de jî ji bo Nobelê namzet hatibû nîşandan. Refîq Xefûr ragihand ku wan bi formê serlêdanê yhen norweçî, fransî û îngîlîzî serî li Enstîtûya Nobelê ya li Osloyê dane.
Bû sembola cesaretê
Di serlêdana ji bo Enstîtuya Nobelê de hate destnîşan kirin ku Leyla Zana ji bo aştî, azadî û mafên jinan 10 salên temenê xwe di girtîgehê de derbas kiriye. Komîteya CHAK’ê ya Norweçê di serlêdana xwe de destnîşan kir ku Leyla Zana bi tekoşîna xwe cesaret da bi hezaran jinên Rojihalata Navîn da ji bo azadî û wekheviyê têbikoşin û cih da van îfadeyan: “Em difikirin ku tekoşîna vê jinê hêjayî Qelata Aştiyê ya Nobelê ye. Dayina vê xelatê ya ji bo Leyla Zana wê bibe hêzdayina we ya ji bo aşîtiya herêmê. Em hêvî dikim ku siyaset ji cîhgirtina Leyla Zana ya di lîsteya namzetên xelatê de nebe asteng.”
Gelek xelat girtin
Leyla Zana ku di sala 2005’an de mîna namzeta Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû nîşandan heta niha hêjayî gelek xelatên aştiyê yên navneteweyî hatiye dîtin. Di sala 1995’an de Xelata Sakharov a Azadiya Ramanê hatibû dayin. Disa di sala 1995’an da Xelata aştiyê ya bi navê Aachener Friedenpreis, Bruno-Kreisky-Preis û Xalata Rafto ji bo Leyla Zana hatibû dayin. Di sala 2004’an de Leyla Zana ji aliyê şaredarê Parîsê Bernard Delanoe ve bi Madalyaya Zîvî ya Parîsê hatibû xelat kirin. Parîs û Cenewreyê jî Zana mîna Welatiya Rûmetê hilbijartin. Di sala 2008’an de jî ÎHD’ya Amedê Xalata Mafê Mirovan da Leyla Zana.
Leyla Zana ku ji ber axaftin û ramanê 10 salên xwe di girtîgehê de derbas kirin, piştî derkete derve jî bi doz, lêpirsîn û cezayan re rû bi rû ma. Di encama dozên hatine vekirin û di domin de bi dehan sal cezayê girtîgehê li Leyla Zana hatine birîn û di dozên didomin de cezayên nû têne xwestin.
CELÎL DEMÎRALP / ANF/ AMSTERDAM