Navigator
Facebook
Search
Ads & Recent Photos
Recent Images
Random images
Welcome To Roj Bash Kurdistan 

Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

Practice speaking Kurdish here, Don't be shy , Mijar û tewer bi Kurdî

Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

PostAuthor: KCF » Sat Nov 29, 2008 2:55 am

Li Kurdistanê 700 000 kurdên êzdî ji ber dînê xwe kêm tên dîtin û kurdên misilman ticaretê jî bi wan re nakin. Mîrê êzdiyan Mîr Tehsîn Begî ji rojnameya Kurdistan Niwê re behsa rewşa xirab ya deverên êzdiyan û xizmeta kêm ya li wan deveran kir.

Mîr Tehsîn Begî got devera kurdên êzdî di nêvbera îdareya hikûmeta Iraqê û îdareya hikûmeta Kurdistanê de asê maye û ev jî dibe sebeb ko ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta Kuridstanê guhê xwe dide pêşxistina deverên êzdînişîn.

Mîrê êzdiyan ji bo rewşa xirab ya aboriya deverên êzdiyan rexne li hikûmeta Kurdistanê girt û got deverên wan nayên ava kirin û hikûmet jî xwedîtiyê wan deveran nake û got:

— Xelkê êzdî nikarin sermayeguzariyê bikin çimkî hin xelk li Kurdistanê hene ko ticaretê digel êzdiyan nakin.

Mîr Tehsîn Begî behsa helwêsta êzdiyan li hemberî dînên dî kir û got:

— Kurdên êzdî rêzê ji hemî dînên dî re digirin, ji wan hez dikin. Çawa dînê wan li ba wan pîroz e wisa li dînê xelkên dî jî dinêrin.

Mîr Tehsîn Begî di heqê siyaseta partiyên Kurdistanê yên sekuler de jî got:

— Em bi hatina partî û aliyên sekuler kêfxweş in û heger ew li navçeyê nebûna me nedikarî bijîn.

Li cîhanê nêzîkî mîlyon û nîvekî êzdî hene û ji wan nêzîkî 650-700 hezar li başûrê Kurdistanê û Iraqê ne, 400 hezar li komarên kevin yên Rûsyayê ne, 150 hezar li Sûriyeyê ne, 100 hezar li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne û 150 hezar jî li Ewropayê ne.

Çavkanî: Nefel-Pukmedia
User avatar
KCF
Shermin
Shermin
 
Posts: 113
Joined: Thu Sep 20, 2007 8:10 pm
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 2 times
Nationality: Kurd

Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

Sponsor

Sponsor
 

Re: Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

PostAuthor: Kurdi-Bakur » Sat Nov 29, 2008 9:52 am

ooo nan a

pîr Eybe....
User avatar
Kurdi-Bakur
Shermin
Shermin
 
Posts: 264
Joined: Tue Nov 25, 2008 8:26 pm
Location: P D K
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 1 time
Nationality: Kurd

Re: Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

PostAuthor: LaweKurd » Sat Nov 29, 2008 3:35 pm

Milêtê me yê êzîdî jî kurd e....û bawernakim ev tiştê ku hatiye behskirin

LaweKurd
Nubar
Nubar
 
Posts: 9
Joined: Sat Nov 29, 2008 12:46 pm
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 1 time

Re: Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

PostAuthor: Kurdi-Bakur » Sat Nov 29, 2008 3:37 pm

LaweKurd wrote:Milêtê me yê êzîdî jî kurd e....û bawernakim ev tiştê ku hatiye behskirin


û mîn Kes wekî Brayên Ezdî Welatparêz ji Nediye .... pîr eyb dikin
User avatar
Kurdi-Bakur
Shermin
Shermin
 
Posts: 264
Joined: Tue Nov 25, 2008 8:26 pm
Location: P D K
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 1 time
Nationality: Kurd

Re: Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

PostAuthor: Kocer » Mon Dec 01, 2008 2:01 am

Ev tiştek pir ecêbe! ji ber ko ticaretkirin girêday bazara aboriyê ye û ne mizgeftê yan dêrê ye.
User avatar
Kocer
Nubar
Nubar
 
Posts: 16
Joined: Mon Oct 03, 2005 2:38 am
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time

Re: Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

PostAuthor: Teshub » Mon Dec 01, 2008 10:12 pm

ez bawer nakim tishteke wesa hebe.. :?

Teshub
Shermin
Shermin
 
Posts: 133
Joined: Sun Nov 23, 2008 2:39 pm
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time
Nationality: Kurd

Re: Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

PostAuthor: KCF » Mon Dec 01, 2008 10:14 pm

Teshub wrote:ez bawer nakim tishteke wesa hebe.. :?

http://lalish.de/modules.php?name=News& ... e&sid=1125
User avatar
KCF
Shermin
Shermin
 
Posts: 113
Joined: Thu Sep 20, 2007 8:10 pm
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 2 times
Nationality: Kurd

Re: Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

PostAuthor: Kurdi-Bakur » Mon Dec 01, 2008 10:47 pm

ew nûçeyên xerab Ji %100 jî ber KEmalistane. bevar nekîn. bele Kurdenme Hin Xerabtirn
User avatar
Kurdi-Bakur
Shermin
Shermin
 
Posts: 264
Joined: Tue Nov 25, 2008 8:26 pm
Location: P D K
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 1 time
Nationality: Kurd

Re: Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

PostAuthor: Kocer » Tue Dec 02, 2008 2:59 am

Kek KCF,
Min ew nivêsîn di malpera lalish.de niha xwend û sernivîsa wê ev e:
Mîr Tehsîn Beg: “Xelkê êzdî nikarin sermayeguzariyê bikin çimkî hin xelk li Kurdistanê hene ko ticaretê digel êzdiyan nakin”.
Di gotina xwe de di bêjit: Hin anko Hinek xelk! Ev na ê gotin ko hemî xelkê Kurdistanê ticaretê bi wana re nake.
Belkî hinek ji bazirganên Duhokê ji hez nekin ticaretê li gel bazirganên Hewlêrê bikin, ma ev ji hêcete?
Bazirganî ji mîna siyasetê ye tev derew û fêle. Cihê ko serkeftina bazirganî têde hebe ew li wir e, careka dî ji di bêjim ko bazirganî yan ji ticareta ne girêday kenîsê û mizgeftê ye.
Lawasbûna bazirganiyê li deverên êzdiyan, ezdî bixwe ne. Pêwîstê êzîdî bi xwe li deverên xwe învesment bikin.

Ev paşkeftina deverên êzdiyan ji girêday rewşa siyasi ya Îraqê ye, piraniya deverên ezdiyan hêşta di bin desthelatdariya hikumeta merkezî ya Bexdayê de ne û belkî ev ji egereka sereke bit ko hinek bezigranên Kurd ji tirsa terorrîstan nikarin biçin deverên êzdiyan.

Bi hêviya yêzdanê dilovan di demek nêzîk de ew deverên hatin terhîl û tehrîb kirin vegerin bin kontrola Hikumeta Herêma Kurdistanê û her bihosteka Kurdistanê avedankirî be.
User avatar
Kocer
Nubar
Nubar
 
Posts: 16
Joined: Mon Oct 03, 2005 2:38 am
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time

Re: Kurdên misilman ticaretê bi kurdên êzdî re nakin

PostAuthor: KCF » Tue Dec 02, 2008 7:08 am

Kocer wrote:Kek KCF,
Min ew nivêsîn di malpera lalish.de niha xwend û sernivîsa wê ev e:
Mîr Tehsîn Beg: “Xelkê êzdî nikarin sermayeguzariyê bikin çimkî hin xelk li Kurdistanê hene ko ticaretê digel êzdiyan nakin”.
Di gotina xwe de di bêjit: Hin anko Hinek xelk! Ev na ê gotin ko hemî xelkê Kurdistanê ticaretê bi wana re nake.
Belkî hinek ji bazirganên Duhokê ji hez nekin ticaretê li gel bazirganên Hewlêrê bikin, ma ev ji hêcete?
Bazirganî ji mîna siyasetê ye tev derew û fêle. Cihê ko serkeftina bazirganî têde hebe ew li wir e, careka dî ji di bêjim ko bazirganî yan ji ticareta ne girêday kenîsê û mizgeftê ye.
Lawasbûna bazirganiyê li deverên êzdiyan, ezdî bixwe ne. Pêwîstê êzîdî bi xwe li deverên xwe învesment bikin.

Ev paşkeftina deverên êzdiyan ji girêday rewşa siyasi ya Îraqê ye, piraniya deverên ezdiyan hêşta di bin desthelatdariya hikumeta merkezî ya Bexdayê de ne û belkî ev ji egereka sereke bit ko hinek bezigranên Kurd ji tirsa terorrîstan nikarin biçin deverên êzdiyan.

Bi hêviya yêzdanê dilovan di demek nêzîk de ew deverên hatin terhîl û tehrîb kirin vegerin bin kontrola Hikumeta Herêma Kurdistanê û her bihosteka Kurdistanê avedankirî be.
Spas kek Kocer ji bo sirovekirine te.
User avatar
KCF
Shermin
Shermin
 
Posts: 113
Joined: Thu Sep 20, 2007 8:10 pm
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 2 times
Nationality: Kurd


Return to Chat Kurdi

Who is online

Registered users: Bing [Bot], Google [Bot], Majestic-12 [Bot]

cron
x

#{title}

#{text}